Li Afxanistanê êrîs kirin ser merasimê

Li Afxanistanê êrîs kirin ser merasimê

PeyamaKurd- Li Afxanistanê di dema li stadê merasimeka fermî çêdibû, bi roket û hawanan êrîş kirin ser merasimê. Di merasimê de serokê komîta îcrayê Abdûllah Abdûllah, wezîrê karên derve Selahuddîn Rabbanî, serokê dewletê yê berê Hamid Karzaî amade bûn. Merasim bi sedema salvegera mirina serokê berê yê Hazarayan, Abdûl Alî Mezarî dihat kirin.

Di êrîşê de 3 kes mirin û 22 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de namzedê serokkomariyê yê ku wê di meha temmûzê de tevlî hilbijartinê bibe, Abdûl Latîf Pedram jî heye.

Berdevkê wezareta karên hundir Nasrat Rehîmî ragihand ku merasim li payîtext Kabîlê, li devera Barçiyê li Stada Musallayê dihat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin