PeyamaKurd- Di nivîseka xwe ya di derbarê tenduristiyê de Prof. Selim Kurtoğlu behsa dendikên fêkiyan dike û dibêje ku zarokên xwe ji wan dûr bigrin. Her çendîn sebze û meywe di jiyanê de pêdiviya her mirovîye jî, dendikên wan (tovên wan) dibe ku ji bo hinek zarokan weka jehrê û bo hinekan şîfa be. Di dendikên hinek fêkiyan de maddeyek heye ku jê re dibêjin “amigdalin” di rodiyan de perçe dibe û dikare madeya “siyanidê” ku ji siyanurê çêdibe, dikare zarokan bi jehrê bixe. Lewra divê dê û bav dendikan bişopînin bê zerarê dide zaroka wan an na.
Nîşanên jehrbûnê:
Eger di nefesa zarokê de bêhna tûj ya bi’îva tal hebe, nûmûneya xwînê eger soreka diçirise be, şekirê nava xwînê bilind bûbe, ev nîşanên jehrbûnê ne. Eger di nava xwînêde oksîjen kêm bûbe û ST bilind bûbe, ev tev îşaretin.
Piştî ku jehr dikeve bedenê, di bêhndanê de bê awahî, bilindbûna germa bedenê, hawale, tansiyona kêm, morbûn tev îşaretin. Bîbikên çav fireh dibin û rengê çerm sor dibe.
Tê gotin ku di serî de divê jinên bi hemil û zarok wan nexwun.
Meyweyên ku dendikên wan nayên xwarin: Mişmiş, serdalî, gilyaz, xox, sêv û bi’îvên tal
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin