Êsa noropatîk çiye? Bi kîjan giyayan tê tedawîkirin?

Êsa noropatîk çiye? Bi kîjan giyayan tê tedawîkirin?

PeyamaKurd- Sincirandinên di lingan de, di piştê de, di nava dest û tiliyan de çêdibin, an êşên ku weka tiştekî di bedena mirov de here yên noropatîk, bê ku mirov derman bixwe an bikarbîne dikare bi rêyên xwezayî tedawî bike.

20 gram darikên hebên gilyazê ve ku salek berê hatibin hişkirin,10 gram pelê giyayê gezgezkê li dora 20 deqeyan bikelînin. Dendikek sîra teze û 2 kevçî ava lîmonê bixin ser. Bila baş bikele.

Di sivgêcê de biwerivînin. Bila sar bibe.Rojekî bidin sekinandin û paşî 7 rojan sere sibê û êvarê vexun.

Şîrê bi hingiv û hêk:

1 hêkek, nîv qedeh şîr û mûzekî di blendirê de li hev bixin. Berya hun razên bi qederê qedeheka çayê vexun. Şîrê di nava têkilê de, hingiv û hêka navê, wê hestiyên we xurt bikin û êşa we kêm bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin