PeyamaKurd – Karsazê Amerîkî û xwediyê Microsoftê Bill Gates, ji kovara The Economist re gotiye, bi îhtimaleke mezin beriya ku pandemiya vîrusa koronaya nû Covid-19 bidawî bibe, wê bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest bidin.
Gates ku gelek caran derbarê coronavîrusê de daxuyaniyan dide û herwiha rexne jî lê têne girtin, vê carê ji The Economistê re axivî ye û wiha gotiye:
"Beriya ku pandemî bidawî were bi îhtimaleke mezin wê bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest bidin û wê piraniya van mirinan jî ne ji nexweşiya koronayê be, sedema wê jî têkçûna sîstema tenduristiyê û fişara li ser aboriyê be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin