PeyamaKurd – Ajnasa Tesnîmê ya fermî ya Îranê ragihand ku wezîrê tenduristiyê yê Îranê Saîd Nemekî li eyaleya Qûmê di bernameyekî li ser Kovid-19 ê de axifiye û gotiye ku bi cûreyekî Kovid-19 ê ya mûtasyonî wê nexweşên opandemiyê li welat zêde bibin û divê herkes bo halê herî xerab xwe amade bike. Nemekî ragihandiye ku encamên pandemiyê li eyaletan baş nîne û weha dewam kiriye:
“Xwe bo bobelatekî amade bikin. Ez xweşbîn nînim ku halê me weha bimîne. Ez dibêjim em ê bi bobelatekî berbat re rû bi rû bimînin û divê em bo wê jî amade bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin