Kêm bûna vîtamîna B2 rê li pencesêrê re ve dike!

Kêm bûna vîtamîna B2 rê li pencesêrê re ve dike!

Lêkolînvana penceşêrê ya Biyolog Vasfiye Goca Boran ku li Amerîkayê xebatên xwe dimeşîne da xuya kirin, kêm bûna vîtamîna B2 di serî de ji penceşêrê rê û herwaha rê li pir nexwaşiyan re ve dike.

Li gor nûçeya IHA lêkolînvana penceşêrê Biyolog Vasfiye Goca Boran ku li zankoya Stenbol ê li peymangeha Fen ê beşa Biyolojik de mezûn bûye, anî ziman û ragehand divê vîtamîn bi temamî û bê kêmasî bên wergirtin.

Boran bandora kêmahiya vîtamina B2 vegot û ragehand: ’’Di bedenê de îltihab, sorbûna di çerim de, di bin lingan de şewat, di guh û bêvilê de perkdan, lerzîn, giranbûna di tevgerê de, xirab bûna di helandinê de, weşandina por, di çavan de şewat û zuhabûn, bandorên wê yên herî berçav in’’.

Vasfiye Goca Boran diyar kir, bi kar anîna alkolê ya zêde, antibiyotik û kemijîner karêgeriyên herî girîng yên vîtamîna B2 a di bedenê de ye û got, ‘’ vîtamîna B2 bi pijandina û kelandina xwarinê re kêm nabe. Lê bi aveke zêde ve kelandin û piştre dema ku ew av bê rêjandin, B2 derbasî avê dibe û dema tê avêtin jî ew B2 hemû pê re diçe û tê avêtin.’’

Herwaha ragehand; Vîtamîna B2 herî zêde di goşt, şîr, hêk, sebze û şînkatî de, beqliyatên hişk de pir zêde ye, bo Riboflavin jî ew xorakene çavkaniyên pir giring in.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin