PeyamaKurd – Kuştina kolberên Kurd ji aliyê pasdarên Îranê û leşkerên Tirkiyê ve li ser herêmên sînorî yên dabeşkirina Kurdistanê û sînorên çêkirî berdewam e.
Doh 2yê Tebaxê leşkerên Tirkiyê li navçeya Rûbarokê ya bi ser sînorê Colemêrgê bi helîkopterê gule bi ser kolberan de reşandin û xortekî Kurd bi navê Vedat Ekinci yê 14 salî hatibû kuştin.
Parêzgariya Colemergê li ser bûyera roja 2yê Tebaxê ku vîdyoya kuştina Vedat Ekinci li ser medya civakî geriyabû û bertekên tund hatin nîşandan daxuyaniyek da û tê de got ku leşkeran hişyarî dane û gule pengiziye û ew xort hatiye kuştin.
Îro jî hat ragihandin ku ji hêla Îranê ve pasdaran êrîşî gundiyên ku kolberiyê dikin kir û vê carê jî xortekî din bi navê Haşem Tilawer hat kuştin ku ew jî ji bakurê Kurdistanê ye.
Herwiha 4 kesên din jî ji aliyê hêzên îranê ve hatin binçavkirin. Li gorî jêderên herêmê, Haşem Tilawer bi xedarî birîndar bûye di wê êrîşê de ji ber ku ambûlansê rêya xwe şaş kiriye bi derengî gihîştiye nexweşxanê û li wir can daye.
Hat diyarkirin ku dê sibe malbata Tilawer cenazeyê kurê xwe ji sînorê Îranê werbigire û herwiha hîn rewşa kesên hatine binçavkirin jî nediyar e.
PeyamaKurd
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin