PeyamaKurd- Li hinek bajarên Kurdistanê jimara nexweşên Kovid-19 ê zêde bûn lê li Ankara û Îstenbolê jimareya nexweşên di nav hefteyê de daketin asta herî kêm.Wezîr Koca weha got:
“Li Ankara û Îstenbolê jimara nexweşan di nav hefteyê de daket asta herî kêm.Li seranserê welat jimara nexweşan kêm dibe û ew kêmbûn dewam dike.Jimara nexweşên me yên nû di bin nexweşên ku baş dibin de ne. Eger tedbîr dewam bikin, encamên baş didin.”
Rêjeya jimareyên Kovid-19 ê yên îro li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê weha ne:
2.863.632 test heya niha hatine kirin.
185.245 kes heya îro bi nexweşînê ketine.
4.905 kes heya îro mirine.
769 kes di beşên hûrlênêrînê de ne.
310 kes bi cîhazên nefesê ve girêdayîne.
157.516 kes heya îro baş bûne.
41.316 test îro hatine kirin.
1.214 kes îro bi nexweşînê ketine.
23 kes îro mirine.
1.494 kes îro baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin