PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê her diçe jimara kesên bi nexweşîna kolerayê dikevin zêde dibe û heya niha jimara kesên ji ber kolerayê mirine gihaye 887 kesî. Kesên bi kolerayê ketine jimara wan gihaye 30.880 kesî.
Barîna barana zêde û şerê nav Sûdanê yê xwe bi xwe, kiriye ku sîstema tenduristiyê li Sûdanê hilweşe û kolerayê bi xwe re belav kiriye. Ragihandina encama îro, ji aliyê wezareta tenduristiyê ya Sûdanê de hat kirin.
Rayedarên Sûdanê di 12ê Tebaxê de ragihandin ku kolera nexweşîna belave ye.
Koordînasyona karên mirovî yê NY (OCHA), di 1ê Cotmehê de ragihandibû ku 3,4 milyon zarokên Sûdanî di bin tehdîda kolerayê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin