Jeffrey bi ENKS ê re civiya

Jeffrey bi ENKS ê re civiya

PeyamaKurd- Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey li Îstenbolê bi ENKS ê re civiya. Endamê desteya bilind yê ENKSê Nîmet Davûd bo K24 ê ragihandiye ku wan di civînê de nêrîna ENKS ê û her weha kiryarên grûbên çekdar yên ji Serê Kaniyê heya Efrînê dikin ji Jeffrey re gotine û guhertina demografiya herêmê jî wek metirsiya xwe ragihandine.

Nîmet Dawûd gotiye her weha behsa alîkariya Amerîkayê di yekrêziya aliyê Kurdan de wê hebe. Jeffrey di axaftina bi ENKS ê re gotiye ku hebûna ciyê ENKSê ku di muxalefeta Sûriyê de ye girîng nirxandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin