Nexwesîna ebolayê bû sedema ku 2 dermanan çêkirin

Nexwesîna ebolayê bû sedema ku 2 dermanan çêkirin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Komara Kongo ya Demokratîk ev çend sale nexweşîna ebolayê bûye bela serê wan û mecbur man da li çara serê xwe binêrin. Pisporên tenduristiyê ragihandin ew li ser 2 dermanan xebitîne û her 2 derman bo nexweşîna ebolayê bi erênî cewab dane.

Lêkolînên ku hatine kirin nîşan dide ku bi tedawiyê dikarin nexweşên ebolayê ji %90 ê wan ji mirinê rizgar bikin. Her dû derman ji aliyê fîrmayên ku navenda wan li Amerîkayê ye, hatin hilberîn.

Nexweşên ku di xwîna wan de vîrus kêm bin, îhtîmala xelasbûna wan %94 e. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO jî piştgiriyê dide vê xebatê. Niha li Kongoyê wê dest bi dayîna her dû dermanan bikin û bidin temamê nexweşên ebolayê.

Sala borî li Kongoyê 800 kes bi sedema nexweşîna ebolayê miribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin