PeyamaKurd- Neteweyên Yekgirtî di nav 2 hefteyan de bo têkoşîna bi koronavîrusê re, bi 7 balafirên kargoyê alavên tenduristiyê şand Yemenê. Li gor ajansa Hûsiyan ya bi navê SABA yê; alavên bo zarokan yên tenduristiyê ji aliyê UNİCEF ê ve ku beşa alîkariya zarokan ya NY ye, gihaye balafirgeha navdewletî ya Sanayê.
Piştî balafir giha balafirgehê, alavên tê de ji aliyê tîmeka tenduristiyê de hat sterîlîzekirin.
7 balafirên ku NY şand Yemenê, di nava wan de 3 balafir ji UNICEF ê, 3 ji balafiran ji aliyê WHO yê û ya din jî ji aliyê beşa Alîkariya Xida ya Dinyayê de hat şandin. Her sê rêxistin jî yên NY î ne.
Li welatê Yemenê bi sedema ku bi salaye şer heye %80 xêlkê Yemenê muhtacê alîkariyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin