Pêsengeha Hewlêrê wê xizmetê bide heta 250 nexwesên Covid1-9

Pêsengeha Hewlêrê wê xizmetê bide heta 250 nexwesên Covid1-9

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistan li hember metirsiya belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 gelek gavên girîng têne avêtin ku yek ji wan jî amadekirina Pêşengeha Hewlêrê ye ku ji bo pêşwazîkirina nexweşên korona hatiye amadekirin.

Navenda Pêşengehan a Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê beriya niha bi demekê bo pêşwazîkirina nexweşên Covid-19 hatibû amadekirin. Hat zanîn ku li qada pêşengehê ji 150 heta 250 nexweşan dikarin werin tedawîkirin.

Wekî tê zanîn, piştî du taziyeyên li taxa Karezan a Hewlêrê hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê zêde bûn ku li derveyî rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevgeriyabûn.

Berpirsê Operasyonê Tenduristiyê li Hewlêrê Dr. Read Necmedîn Enwer ragihand ku wan qada pêşengehê ji bo tûşbûyên sivik ên koronayê amade kiriye ku ew kesên rewşa tenduristiya wan giran be nayînin qada pêşengehê.

Necmedîn Enwer da zanîn ku şikir li seranserê dinyayê tûşbûyên rewşên sivik zêde ne û wan jî qada pêşengehê taybet ji bo wan kesan amade kiriye.

Dr. Enwer herwiha diyar kir ku Heyva Sor a Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo amadekirina qada pêşengehê hevkarî kirine û got, ji 150 heta 250 nexweş dikarin li wir bên çareserkirin ku heger pêwîstî çêbibe, dikarin bêhtir nexweşan jî li pêşengehê tedawî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin