PeyamaKurd – Hejmara haletên tûşbûyî yên koronayê li seranserê cîhanê nêzîkî 5 milyon û nîvan bû. Li Kurdistanê jî hejmara kesên tûşî nexweşiyê bûne ji 500î derbas kiriye.
Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkinsê, hejmara haletên tûşbûyî yên koronayê li seranserê cîhanê gihiştiye 5 milyon û 498 hezar kesan. Hejmara qurbaniyan jî ji 346 hezar derbas kiriye.
Herî zêde haletên tûşbûnê li Amerîkayê hatine tomarkirin û hejmara kesên tûşî koronayê bûne ji milyon û nîvekê derbas kiriye û 98 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.
Piştî Amerîkayê bi 374 hezar kesan welata Amerîkaya Latînî Brezîlya tê. Li Brezîlyayê 23 hezar û 473 kesan can daye.
Piştî Amerîkayê herî zêde qurbanî li Brîtanyayê çêbûn û hejmara kesên li Brîtanyayê jiyana xwe ji dest daye 36 hezar 996 kes in.
Li Tirkiyê hejmara haleTên tûşbûnê 157 hezar û 814 kes û heta niha 4 hezar û 369 kesan can daye.
Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine gihişte 502 kesan zêde bûye, ku ji vê hejmarê 403 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin