PeyamaKurd – Tirs û metirsiya Covid 19ê li seranser cîhanê dewam dike û herî dawî li Koreya Başur virus ket canê leşekrekî amerîkî. Dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) bang li dewletan kir ku li dijî belavbûna vCovid-19ê amadekariyên xwe bikin.
Vîrusa Koronaya Nû (Covid-19) heya niha zêdetirî li 30 welatan hatiye dîtin. Li gor daneyên WHOyê, Covid-19 heya niha ketiye canê zêdetir ji 77 hezar kesan û pirtir ji 2 hezar 600 kes kuştine.
Serokê Koma Covid-19ê li WHOyê Bruce Aylward, diyar dike ku rayedarên dewletan divê li dijî belavbûna vîrusê bi awayekî baş tevbigerin.
Li Çînê hejmara kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine derket 2 hezar û 717an.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê hejmar kesên ku vîrus ketiya canê wan derket 85an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev hejmar wek 10 kesan hat eşkerekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber Covid-19ê wekî tevdîîr li tevahiya dibistanan proseya xwendinê raswestandiye. Kabîneya Herêma Kurdistanê du roj berê (25.02.2020) bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî civîna xwe ya heftana saz kiribû û di civînê de tevdîrênn li hemberî belavbûna wê virusê hatibûn nîqaşkirin.
Li gorî van tevdîran wê ji 26ê Sibata 2020ê heta 10ê Adara 2020ê tevahiya dibistanan û zanîngeha proseya xwendinê werin rawestandin. Piştre 11ê Adarê betlanaya biharê destpê bike û 23ê Adara 2020ê berdewam dike. Proseya xwendinê dê 24ê Adarê dîsa dest pê bike.
Geştên ji bajarên Herêma Kurdistanê bo bajarên Iraqê hatin sînordarkirin û geştyarên bêne Kurdistanê dê piştî pişkinîna bijîşkî derbasî herêmê bibin û herwiha kelûpelên bo Herêma Kurdistanê bêne hawirdekirin dê pişkinîna wan were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin