PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo “Merkezi ya Ademî” ragihand ku bi şertê çarçoveya wê ji aliyê serokwezîrtiyê û qanûnan de bê tesbîtkirin, wê destekê bide wê şiklê rêvebiriyê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî fetarê bo herêma Kurdistanê bang li hemwelatiyan kir û mijarên di rojevê de ne rohnî kir. Di mijara “Merkezi ya Ademî” ku li Silêmaniyê xistine rojevê de weha got:
“Di bernameya hukumeta 9 emîn ya Kurdistanê de, behsa rêvebiriya mehellî ya “Merkezi ya Ademî” têkirin û tê de cîh digre. Lê îdara ku behsa wê têkirin divê li gor qanûnên herêma Kurdistanê û sîstema Kurdistanê be. Di heman wextê de ev wezîfe û berpirsiyarî dê di çarçoveya qanûnan de be û dê ji aliyê serokwezîrtiya Kurdistanê de bê parvekirin. Bi vê riyê wê kes nikaribe erka xwe di rêya xerab de bikarbîne û pêşiya gendeliyê bêgirtin. Hem wê îdarekirina piralî kêm bibe. Ji ber wê, em terefdarê bicîhanîna “Merkezi ya Ademî” ne lê bi şertên ku avahiya herêma Kurdistanê bê parastin.”
Barzanî di mijara maaşna de got ku di 8 mehên borî de temamê maaşên memûran hatiye dayîn lê bi sedema ku Bexda pere neşandiye, car din kêmasî destpêkirine. Tenê maaşê mehekî dereng ketiye. Bi sedema tedbîrên Kovid-19 ê ku sitendine, bo malbatên bêçare, hinek sîsteman xistine dewrê. Divê herkes bo her haletên neyînî amade be.
Barzanî ragihand ku deynê herêma Kurdistanê gihaye 27 mîlyar dolarî û weha got:
“Deynê me yê heye, piraniya deynan bi sedema hukumeta Bexdayê ku budçeya me neşandiye heye û ew jî di bin berpirsiyariya wan de ye. Mixabin herêma Kurdistanê ne xwediyê perê îhtîyad û perê parastiye. Lewra em, bi pereyên ku tên destê me, çerxa xwe dizivirînin. Van sedeman pispor jî di navde herkes dizane û tişteka veşartî nîne. Mixabin tevî ku herkes van meseleyan dizane, meseleyên netewî û siyasî piştguh dikin û tenê mesela maaşan derdixin pêş.”
Barzanî, di dewama axaftina xwe de got ku di dewra Kovid-19 ê de, di mijara derman û xidayan de wê ti problem tine be û dê di nêz de, mehane xida belav bikin û di demeka nêzde wê kampanya belavkirina xidayan bo malbatên feqîr bidin destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin