PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku hêzên girêdayî rejîma Sûriyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn binçav kirin, ew navenda leşkerî ya hêzên Esed 3yê Çile hatin dorpêçkirin.
Li gorî zanyariyan aloziya navbera herdu aliyan berdewam dike û ji 3yê mehê ve navenda leşkerî ya li Qamişlo ya hêzên Esed ji aliyê hêzên kurd ve hatiye dorpêçkirin.
Hat diyarkirin ku hewldanên hêzên Rûsyayê bo çareserkirina pirsgirêkê bê encam bûne û hîn jî dorpêça ser hêzên Esed berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin