PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Ermenistanê ragihand ku mayîna Amerîkayê li Sûriyê û hewldana bo kontrolkirina qadên petrolê derqanûnî ye û bi dizîyê hevwate ye.
Lavrov got ku hewla Amerîkayê ya kontrolkirina qadên petrolê ti alîkariyê bo çareserkirina krîza Sûriyê nake û diyar kir, “Emê israr bikin ku artêşa Sûriyê, qadên petrolê yên jêr kontrola Amerîkayê de jî di nav de, kontrola tevahiya Sûriyê bi dest bîne.”
Wezîrê Rûsî herwiha destnîşan kir ku çalakiyên Amerîkayê li Sûriyê (Rojava) dibin gefeke cidî û alîkariya aramiya Sûriyê nakin.
Piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Serokê Amerîkayê, HSD û hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike li ser li hev kiribûn ku bi hev re qadên petrolê biparêzin û hêzên Amerîkî jî ji nû ve vegeriyabûn wan herêman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin