PeyamaKurd- Di seha tibbê de her diçe bêhtir pêşkevtin çêdibin û pêşdeçûn dikevin xizmeta xelkê. Li bajarê Rihayê zarokekî ku tiliya xwe ya mezin ya dest, xiste ber qayîşa traktorê û tilî jêbû, di şûna wê tiliyê de, bi emeliyatê tiliya duyem ya lingê çepê neqlî destê zarokê kirin. Zarok 12 saliye.
Emeliyata zarokê 5 siet dewam kiriye. Zarokê bi navê Sezgin Aktan, piştî tiliya wî dikeve ber qayîşê, wî tînin acîla nexweşxaneya dewletê. Bi sedema ku nikaribûn tiliya jêkirî bidrûn, doktor civîn kirin û biryara neqilkirina tiliya ling dan.
Niha halê nexweş başe û li bendêne ku tilî û dest lihev bikin. Eger di encamê de her tişt baş here, wê ev emeliyat di herêmê de bibe mînak. Serokê nexweşxanê Dr. Îdrîs Dax ragihand:
“Em li bendê ne ku fonksiyon, hîs û ji aliyê mezinbûnê de, bi tiliyên dinê re li hev bike. Ez doktorên me bi vê emeliyata serkeftî pîroz dikim. Em ê li bendê bin ka encam dê çawabe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin