Heya pirsgirêk tev çareser bibin divê muzakere dewam bikin

Heya pirsgirêk tev çareser bibin divê muzakere dewam bikin

PeyamaKurd – Heyeta Bilind ya muzekereyan ya Herêma Kurdistanê ya di bin serpereştiya cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de li Bexdayê bi serokê parlementoya Iraqê bi Muhammed Helbûs re civiya.

Li civînê de li ser budçe ya sala 2021ê axifîn û her weha behsa têkiliyên Bexda û Hewlêrê hat kirin. Di hevdîtinê de hat gotin ku divê budçeya sala 2021 ê di parlementoyê de bi rengekî wisa bê qebûlkirin ku temamê Iraqê jê fêde bibîne. Di muzakereyan de her dû alî qebûlkirin ku heya pirsgirêk bên çareserkirin divê muzakere dewam bikin.

Her weha di parlementoya Iraqê de hinek qisim hene ku naxwazin mafên darayî û qanûnî yên Herêma Kurdistanê bikevin destê Kurdistaniyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin