TTB: Li Tirkiyê 12 kes bi vîrusa Mpox ketine

TTB: Li Tirkiyê 12 kes bi vîrusa Mpox ketine

PeyamaKurd – Piştî ku doh Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji ber peydabûna vîrusa MonkeyPox (Mpox) li 13 welatên Afrîkayê li seranserê cîhanê rewşa awarte ragihand, Wezareta Tenduristiya Tirkiyê îro ragihand ku ti haleteke wê vîrusê li Tirkiyê nehatiye dîtin.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku ti pêwîstîya wan ji bo niha bi tedbîran tune ye.

Li ser vê daxuyanî Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TBB) jî ragihand ku li gorî amarên Navendên Kontrol û Pêşîgirtinê ya Amerîkî (CDC) li Tirkiyeyê 12 kesên bi vîrusa Mpox hatine tomarkirin.

TTBê diyar kiriye ku derbarê van haletan de wezaretê ti rave û agahdariyek nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin