Vîruseke pir disibe coronavîrusê hat dîtin

Vîruseke pir disibe coronavîrusê hat dîtin

PeyamaKurd – Zanyarên ku li ser koka vîrusa koronaya nû Covid-19 lêkolînan dikin, li ser ajalekê rastî vîruseke nû ya dişibe coronavîrusê hatin.

Zanyaran li rojhilatê welatê Taylandê li ser çilekî vîruseke ku zêdetirî ji sedî 90î dişibe  Covid-19 ango Sars-CoV-2 dîtin.

Zanyarên ku lêkolînê li ser jêdera koronaya nû dikin, ew vîrusa nû wekî “RacCS203” bi nav kirin û diyar kirin ku ew vîrusa xizma coronavîrusê li ser ajalên Çil ên gelek welatên Asyayê heye.

Li gorî daxuyaniya serokê tîma lêkolînê mamosteyê Zanîngeha Sîngapurê Profesor Lin-Fa Wang, ew vîrus li gelek welatên Asyayê digere û ji hêla genetîk ve gelekî dişibe Covid19.

Hat ragihandin ku ew xebata lêkolînê li ser komara zanistî ya Nature Communications hatiye weşandin û tê gotin, tenê mînakên wê vîrusê li nav sînorên Taylandê hatine berhevkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin