PeyamaKurd - 194 endamên Dezgeha Tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji bo amadebûna nexweşiyên gengaz, li ser peymaneke nû danûstandinan dikin.
Serokê WHO Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku di dema belavbûna CoronaVîrûsê de 'cudakariya derzîngê rû daye' û got: "Welatên geşedar, di gihandina derzîngên ku ji aliyê welatên zengîn ve hatine kirîn de pir asteng bûn û ji ber vê yekê li gelemperiya cîhanê nêzîkî 7 milyon mirovî canê xwe ji dest da."
Peymana pandemîk
Ev peyman wê peymaneke ku ferza wê ya yasayî hebe, lê belê li ser naveroka wê heta niha lihevkirinek pêk nehatiye.
WHO ji bo nîqaşkirin û amadekirina pêşnûmaya peymanê saziyek danûstandinê ya nav hikûmetan (INB) ava kir.
Şeş nûnerên ji Brezîlya, Misir, Japonya, Hollanda, Afrîkaya Başûr û Taylandê ji bo ku hevsengiya erdnîgarî pêk bînin danûstandinan bi rê ve dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin