PeyamaKurd – Cûreya Kovid-19 ê ya Omicronê li 77 welatê dinyayê belav bû û bilez li welatên din jî belav dibe. Rêvebirê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê (WHO)Tedros Adhanom Ghebreyesus di mijara Omicronê de weha got:
“77 dewleta ragihandin ku li welatê wan cûreya Omicronê hatiye dîtin. Dibe ku li welatên din nehatibe tesbîtkirin lê mutlaq li gelek welatan heye. Heya niha ti cûreya Kovid-19 ê weka Omicronê li dinyayê bilez belav nebûye.
Divê haya mirov jê hebe û ne bûyerekî sivike. Her çendîn dibe sedema kêm nexweşînan jî dema jimara nexweşxan zêde be, dibe ku sîstemên tenduristiyê bikevin rewşekî zor.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin