PeyamaKurd – Saziya Tenduristiya Cîhanî (WHO) ragihand ku vîrusa koronaya nû Covid-19 ji ser hewayê derbasî mirovan nabe.
Li ser hesabê fermî yê medya civakî yê WHOyê hat ragihandin ku vîrus bi ser hewayê de derbasî mirovan nabe, lê bi pişkîn û kuxika mirovan a mesafeya nêzîk belav dibe.
Lê belê WHOyê destnîşan kir ku mesafeya metreyek dûrbûna ji mirovan girîng e.
Herwiha hatiye diyarkirin ku vîrus ewqas giran e ku nikare zêde li ser hewayê hilawistî bimîne.
Saziya Tenduristiyê dubare hişyarîya paqijî û hijyenê daye û daye xuyakirin ku divê destşûştina zêde û dezenfektekirina rûyên tiştan her tim bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin