PeyamaKurd - Tîma futbolê Amedsporê îro 13ê Kanûnê li Stadyûma Amedê bi tîma Ergene Velimeşespor re hat pêşberî hev.
Amedspor ku di Grûba Spî ya Lîga Duyem a Futbolê ya Tirkiyê de dilîze, 3 gol avêtin keleha Velimeşesporê û bi encama 3-1 tîma mêvan têk bir.
Golên Amedsporê ji aliyê futbolîzên wê Alper, Mansur û Sînan ve hatin tomarkirin.
Amedsporê bi encama 3-1 bi ser ket û bi 3 pûanên tomar kir re di lîga xwe de, pûanên xwe gihand 23yan û kete rêza 6an a Lîga Duyem Koma Spî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin