PeyamaKurd – Pêşmergeya jin Medya Mestî ya 30 salî ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Akademiya Leşkerî ya Şahîtiya Brîtanyayê Sandhurst ve hat perwerdekirin bawernameya xwe temam kir û pileya leşkerî wergirt.
Medya Mestî berî niha li nexweşxaneyeke taybet a Pêşmerge weke doktor kar kiriye û piştre jî beşdarî kursên perwerde û xuleya akademîk a Sandhurst bû.
Di merasîmekê de, artêşa Brîtanyayê bewernameya temamkirina xuleyê bi serkeftin da Medya Mestî û 18 kesên din jî.
Cara yekemîn e jineke Kurd tevlî perwerdeyeke bi vê asta bilind dibe û artêşa Brîtanyayê vê yekê weke pêngaveke bêwêne bi nav dike.
Medya Mestî li ser ezmûna xwe ya nû dibêje, "Du hefteyên destpêkê zehmet bûn, bi taybetî di nava hewayeke gelekî sar de bûn."
Pêşmergeya jin diyar dike, "Min qet bawer nedikir ku ez ê vê xuleyê biqedînim û bigihim roja îro."
Brîtanya, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, perwerde û hîndekariyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin