Nêçîrvan Barzanî bi sanda bazirganî ya Îspanî re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi sanda bazirganî ya Îspanî re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 21ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê Juan José Escobar û şanda bazirganî ya pê re kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ligel Îspanya bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de guftûgo hat kirin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû hevkarî û hêsankariyan pêşkêşî kerta taybet û veberhênerên Îspanî bike, ji bo ku derfeta kar û sermayeguzariyê ji bo wan çêbibe û hevbeşî û beşdarî di avakirin û pêşxistina kertên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de bikin.

Herwiha di civînê de, rewşa navçeyê bi giştî, proseya siyasî ya li Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, belavbûna pejika virûsa Korona, metirsiyên terorê û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn hatin axaftin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin