Dalkurd ji nû ve derbasî Lîga Superettan a Swêdê bû

Dalkurd ji nû ve derbasî Lîga Superettan a Swêdê bû

PeyamaKurd – Tîma futbolê Dalkurd ku li Swêdê ye, di lîga Yekem Koma Bakur a Swêdê de bi ser ket û derbasî lîga bilind a Swêdê Superettanê bû.

Dalkurd di yariya xwe ya dawî ya Lîga Yek Koma Bakur a Swêd de, bi tîma GAIS re leyîst û di maça duyem a Play-off de bi ser ket û mafê derbasbûna Lîga Superettanê bi dest xist.

Dalkurd di pêşbirka yekê ya Play-off de bi encama 2-1 bi ser ketibû û di beşa duyem a îro 5ê Kanûnê de jî bi encama 1-1 pêşbirk bidawî anî û serkeftina xwe ragihand.

Dalkurd sala borî jî di Lîga Superettan de bû û ji nû ve derbasî wê lîga sereke ya Swêdê dibe.

Cîgirê Serokê Dalkurdê Welat Kiliçaslan, daye xuyakirin ku piştî serkeftina wan alîgirên tîma GAISê êrîşî alîgirên wan kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin