Di pêsbirka Lîga UEFA Ewropayê de polîsekî canê xwe ji dest da

Di pêsbirka Lîga UEFA Ewropayê de polîsekî canê xwe ji dest da

Di pêşbirka Lîga UEFA Ewropayê de Athletic Bilbao-Spartak Moskova hatin pêşberî hev. Di pevçûna alîgirên herdu tîman de polîsê ku mudaxeleyî bûyeran kir jiyana xwe winda kir.

​Di pêşbirka Lîga UEFA Ewropayê de Athletic Bilbao-Spartak Moskova duh bişev li bajarê herêma Bask ya Spanyayê Bilbao hatin pêşberî hev. Alîgirên herdu tîman li kolanan pevçûn, polîsê ku mudaxeleyî bûyeran kir dilqutk derbas kir û jiyana xwe winda kir.Hat ragihandin ji 500î zêdetir polîs ji bo pêşbirkê pêywirdar bûn û mudaxeleyî pevçûnên di navbera herdu alîgiran de kirin ku bi kêr, dar û fîşekên hewayî êrîşî hev dikirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin