PeyamaKurd - Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. Îrandost ê ji Pave ya Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, sala 1996an li Goteburgê ji dayik bûye û wekî futbolîzekî hêja li Swêdê tê zanîn.
Delaho Îrandost ji bo tîma mîlî ya Îranê jî hatibû vexwendin, lê neçûbû.
Îrondost bi zimanên kurdî, Swêdî û Îngîlîzî dizane û li naverastê dilîze û bejna wî 185 cm ye û li Swêd wekî futbolîzekî herî baş ê pêşerojê tê naskirin.
BK Hacken a Swêdê ku Dalaho Îrandost di wê tîmê de dilîze, yek ji tîmên herî serkeftî ye li Swêdê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin