PeyamaKurd – Piştî ketina Kabûlê bi sê hefteyan, careke din geştên esmanî yên navxweyî li Afganistanê destpê kirin.
Kompaniya Geştên Esmanî ya Ariana Airlines ku kompaniyeke hikûmî ye, careke din dest bi geştên xwe yên esmanî ji Kabûlê ji bo bajarên mezin ên Afganistanê û berovajî kir.
Rêveberê Kompaniya Geştên Esmanî ya Ariana Airlines Şêrşah Stor, li Balafirxaneya Kabûlê diyar kir, ji roja Şemiyê ve geştên esmanî di navbera Kabûl û Herat li rojavayê Afganistanê, Kandahar li başûrê û Mezar Şerîf li bakurê welat hatine destpêkirin.
Stor eşkere kir, ew geştên niha destpê kirine, bêyî sîstema radarê tên kirin.
Biryar e di 24 saetên bê de sê geştên din di navbera bajarên cuda yên Afganistanê de bên kirin.
Hefteya borî tîmên teknîkî yên Tirkî û Qeterê li ser daxwaza Talibanê gihîştibûn Kabûlê, da ku careke din balafirxaneyê bixin kar.
Neteweyên Yekbûyî destnîşan kiriye, divê geştên esmanî yên navdewletî jî li Balafirxaneya Kabûlê ben destpêkirin û tekez kiriye, ev yek gelekî girîng e ji bo gîhandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê Afganistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin