PeyamaKurd- Namzetê CHPê yê Serokomariya Tirkiyê Muharrem İnce di derbarê Roboskiyê de daxuyaniyek da û got ku “Heke ez bibin Serokomarê Tirkiyê ez ê rastiyên bûyera Roboskiyê derxim meydanê.
İnce di derbarê gelek pirsgirêkên Tirkiyê de axivî. Lêbelê herî zêde daxuyaniyên di derbarê bûyera Roboskiyê de bal kişandin. Muharrem İnce li ser bûyera Roboskiyê we’dên girîng dan û got “Ez ê rastiyên bûyera Roboskiyê derxime meydanê. Kî emrê kuştina wan sivîlan daye, ez ê wan eşkere bikim. Hûn dibêjin qey, ku ez bûme serokomar ez wî kesê ku emrê avêtian wan bombeyan daye, dernaxim!”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin