PeyamaKurd - Berdevkê Koşka Seroktiya Rûsya Kremlinê, Dmitry Peskov di daxuyaniya xwe îro 29ê Kanûna 2018an de, li ser nûçe û nîqaşên li ser derbasbûna artêşa Sûriyê bo Minbicê daxuyakirin, "Agahiyên ku hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê kontrola Minbicê wergirtine rast in."
Berdevkê Kremlinê Peskov li ser pirsa 'Gelo raste ku Minbic ketiye jêr kontrola Sûriyê?' got, "Belê rast e".
Rûsyayê doh jî dîsa bi zarê Berdevkê Kermilinê Dimitry Peskov, li ser nûçeyên derbasbûna artêşa Sûriyê bo Minbicê ragihandibû ku heger rast bin ew nûçe, ew pê kêfxweş dibin û mafê rêveberiya Sûriyê heye her bihosta erda xwe kontrol bike.
Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê beriya niha li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandibû, "Li Minbicê ti guherîneke leşkerî çênebûye".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin