PeyamaKurd – Stêrê futbolê yê Arjantînî Lionel Messi got ku ew dixwaze dev ji Barcelonayê berde.
Hat zanîn ku futbolîzê navdar bi rêya nivîsekê ji tîma xwe Barcelonayê re gotiye, ew dixwaze bêyî wergirtina ti bedêlekî dev ji tîma xwe berde.
Lionel Messi heta niha di karîyera xwe ya futbolê de 6 caran Goga Zêrîn bidest xistiye û ji 2004an ve li Barcelonayê dilîze.
Tîma Barcelona, ji bo transfera Messi 700 milyon euro dixwaze û peymana ligel Messi jî sala 2021ê bidawî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin