PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku wan êrîşên hewayî birine ser çeperên DEAŞê yên li Sûriyê.
Berdevkê operasyonên hevpar û wezareta bergiriyê ya Iraqê albay Yehya Resûl got ku ew bi balafirên F-16 yan siet li dora 08:00 ê sibê de, operasyon kirine ser çeperên DEAŞê yên li Sûriyê û weha got:
“ Balafirên me di nava axa Sûriyê de ji sînorên me 400 km dûr, li devera El Deşîşe operasyoneka serkeftî kirin. Heya talûka DEAŞê hebe, wê operasyonên derveyê sînor dewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin