Haya Almanyayê jê tune ku Merkelê Erdogan dawet kiribe!

Haya Almanyayê jê tune ku Merkelê Erdogan dawet kiribe!

PeyamaKurd - Medyaya Tirkan îdîa kirin ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dawet kiriye lê medyaya Almanyayê ji daweteke wisa bêagah e.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li Almanyayê ragihand ku Merkelê bo piştî hilbijartinê Erdogan dawet kiriye.

Lê medyaya Almanyayê û peyamnêrên vî welatî yên ku bernameya Merkelê şopandin jî ragihandin ku agahiya wan ji dawete wisa tuneye û dema digel Serokwezîra Almanyayê bûn jî dawet nebihîstine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin