Li bajarê Wanê 438 kîlo eroyîn hat girtin

Li bajarê Wanê 438 kîlo eroyîn hat girtin

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Özalpê ku dikeve ser sînorê Tirkiye û Îrana îroyîn, di kamyonetekî de 437 kîlo û 942 gram eroyîn hat girtin. 2 kes hatin girtin.

Li gor ragihandina rêvebirê asayîşa Wanê, xebatên wan yên li hemberê maddeyên hişbir dewam dike. Di operasyonê de her dû asayîş ya Wanê û navçeya Özalpê bi hevre hevkarî kirine.

Di operasyonê de, di 19 bîdonan de 404 kîlo û 345 garm eroyîna lîkît (avî) û di 33 paketî de 33 kîlo û 597 gram weroyîn kete dest. Bi tohmeta bazirganiya meddeyên hişbir 2 kes niha di bin çavde ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin