PeyamaKurd - Tîma Futbolê ya Amûda ya Jinan di yariya xwe ya îro 27ê Çile de serkeftin bi dest xist û pileya yekem di lîgaya Sûriyê de wergirt.
Tîma Amûda ya Jinan a Futbolê îsal cara yekem beşdarî Lîga Sûriyê ya Futbolê dibe û îro di yariya dawî ya lîgê ku li Şamê li hember Tîma Ceremana lîst de, bi encama 3 – 0 bi ser ket.
Tîma Jinan a Amûda bi vê serkeftina xwe re bû şampiyonê Lîga Sûriyê ya sala 2020an a tîmên jinan.
Lîga Sûriyê ya Jinan a Futbolê 24ê Tebaxa 2019an bi beşdariya 7 tîmên asta yekem dest pê kiriye û ji herêmên Kurdî tenê Tîma Amûda ya Jinan a Futbolê tê de başdar e.
Tîma Amûda ya Jinan hemû yariyên xwe yên Lîga Sûriyê, li yarîgehên Şamê lîstine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin