Serokê Konsey Federasyona Rûsyayê Valentina Matviyenko diyar kir ku Ajansa Têkoşîna Dijdopîngê ya Cîhanê (WADA) û Komîteya Olimpiyatê ya Navdewletî (IOC) werzîş û olîmpiyad kirine bazirganîtî û got dê Rûsyaê vê mijarê bi di asta parlementeriyê de gotûbêj bike.
Matviyenko mijar ji çapemeniyê re nirxand û got, "Bi ya min gelek pirsgirêkên bingehîn hene.WADA û IOC werzîş û olîmpiyad kirine bazirganî, bi wawayekî kirine sektor ji xwe re. Pêşdera wan ne werzîşvan in, kar û berjewendî ne. Ev tiştek rast nîn e."
Matviyenko amaje bi wê yekê kir ku hewildanên WADA û IOCê li dijî prensîbên olîmpiyada ne û ew d idi asta parlementoyê de gotûbêjan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin