PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sadrê Mukteda es-Sadr got ku ew destûrê nadin ku pêşmerge derbasî Kerkûkê û cihên dî yên Kurdistanî ku nîqaş li ser wan hene, bibin.
Mukteda es-Sadr di derbarê Kerkûkê û cihên dî yên Kurdistanî ku nîqaş li ser wan hene, de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
Em destûrê nadin ku pêşmerge derbasî Kerkûkê û cihên dî yên Kurdistanî ku nîqaş li ser wan hene, bibin. Tenê Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê dikarin van herêman biparêzin.
Hemî mafê parastina hemî axa Iraqê, yê Artêşa Iraqê ye. Ne tenê li Kerkûkê û cihên dî yên Kurdistanî ku nîqaş li ser wan hene.
Wekî ku tê zanîn di 16ê Cotmehê de pêşmergeyên YNKê ji Kerkûkê û cihên dî yên Kurdistanî ku nîqaş li ser wan hene vekişiyabûn û ev herêm ketibûne bin destê Iraqê û Heşdî Sebî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin