PeyamaKurd - Îro bi awayê vidyokonferansê, li ser çend mijarên siyasî û aborî, Çîn bi Yekîtiya Ewropayê rê ve dicive.
Demek e nakokiyên Yekîtiya Ewropayê li ser hejmarekê ji babetan li gel Çînê hene. Mijarên sereke yên civînê, pirsa serxwebûna Hong Kong, Muslimanên Uygur û Deryaya Başûrî Çînê, pêk tên.
Lûtkeya civîna Çîn û Yekîtiya Ewropayê wê weke vîdyokonferansê pêk bê û serokê Çînê Şî Cîng Pîng, Engêla Merkil, Şêwirmenda Almanyayê Çarlz Mîşêl, Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê û Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Urzula Vonderlayn, wê tê de behsa pêwendî û nakokiyên navbera Ewropa û Çînê bikin.
Yekîtiya Ewropayê, gelek caran helwesta xwe li dijî cîbicîkirina yasaya asayişa niştimanî ya Hong Kong, ji aliyê Hikûmeta Çînê ve nîşan daye. Herwiha piştgiriya Muslimanên Uygur dike û ji çewisandina wan ji aliyê Çînê ve nîgeran e.
Xala herî nû ya nakokiyên di navbera herdu aliyan, milmilaniyeke Pekînê ye li gel welatên Başûrê Asyayê, li ser sînorên avî yên Deryaya Başûrê Çînê.
Yekîtiya Ewropayê, Çînê bi dagîrkirina sînorên deryayî û binpêkirina serweriya welatên Asya yên hevpeymanên wê dibîne û wê bi têkdana asayişa navçeyê tohmetbar dike.
Tevî nakokiyan, Çîn û Yekîtiya Ewropayê, du aliyên mezin ên aboriya cîhanê ne û pêwendiyên bazirganî yên bihêz wan bi hev ve girêdidin. Çîn piştî Amerîkayê, duyem hevbeşê bazirganî yê Yekîtiya Ewropayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin