Tirkiye: “Mueyîdeyên Amerîkayê dê bêbersiv nemîne”

Tirkiye: “Mueyîdeyên Amerîkayê dê bêbersiv nemîne”

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, li ser biryara Amerîkayê ku ragihandibû dê mueyîdeyan li ser du wezîrên Tirk bisepînin, bertek nîşan da û şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir, di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku: "Bersiva helwesta êrîşkar a navborî ya ku dê xizmetê tu armancê neke bi lez dê heman awayî bê dayîn (Amerîkayê re)."

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin: "(Mijara mueyîdeyên ser wezîrên Tirkan) Em bangî birêvebiriya Amerîkayê dikin ku ji vê biryara şaş paş de vegere."

Herwiha biryara Amerîkayê tê şermezarkirin: "Em biryara mueyîdeyê ya ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê der barê welatê me de eşkere kir bi tundî şermezar dikin."

Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu: "Amerîka hewl dide ku hember du wezîrên me mueyîdeyê bike û ev yek dê bêbersiv nemîne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin