PeyamaKurd – Di dengdana Parlamentoya Iraqê ya taybet de, sê wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî yên kêm mabûn, hatin pesendkirin û wan wezîran dest bi kar kir. Yek ji namzedên wezîran jî bawerî nestand.
Wezîrên ku hatin pesendkirin, yek ji wan Wezîrê Dadê yê Iraqê Farûq Emîn Şuwaniyê Kurd e. Herwiha Wezîrê Berevaniyê Necah Alî Şemmerî ji lîsteya Eyad Elawî ya Wetaniye di kabîneyê de cî stand û wezîrê navxweyî jî ji erebên şîe Yasîn Yasirî di kabîneya Ebdulmehdî de hat bicîkirin.
Lê belê di dengdanê de ji pişka erebên sûne namzeda Wezareta Perwerdehiyê Sefane et-Taî ji parlamentoyê bawerî nestand û nebû wezîr. Tê çaverêkirin li şûna Taî navekî din bê pêşniyarkirin.
De dengdana parlamentoya Iraqê de ji 329 parlamentaran, 233 kes beşdar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin