PeyamaKurd – Bolukekî ji Kurda di nav Haşdî Şabî de li Kerkûkê hatiye avakirin û li gundê Çexmaxe ya bi ser navçeya Dûbiz a bajarê Kerkûkê hatiye wezîfedarkirin.
Bo wezîfê bistînin di serî de 120 kes seredanê kirine. Boluk wê girêdayê Eniya Bakûr ya Haşdî Şabî bixebite. Haşdî Şabî li gor qanûna bingehîn ya Iraqê ne rewaye û bi fetwa mezinê ayînî yê Şîa di sala 2014an de hatiye avakirin û parlementoya Iraqê li dijî qanûna Iraqê di sala 2016an de avakirinê tesdîq kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin