PeyamaKurd – Komisyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê mal û milkên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku di hilbijartinên serokatiyê yên meha Adarê de namzedê serbixwe ye eşkere kir.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê ve hatin belavkirin, li St. Petersburgê apartmanek 78 metrekare û garajeke wî ya 18 metrekare heye.
Di heman demê de Pûtîn xwediyê otomobîlên modela 1960 GAZ M21, modela 1965 GAZ M21 û modela 2009 Niva ye, di 10 hesabê cuda yê bankayê yê serokê Rûsyayê de, 54,4 mîlyon rûble (nêzîkî 606 hezar dolar) heye.
Pûtîn di heman demê de xwediyê 230 hîseyên Banka St. Petersburgê ye.
Pûtîn di 6 salên dawîn de, bi serokatiya xwe ya ku di sala 2018an de destpê kir, dahatek zêdeyî 67 milyon rûble qezenc kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin