PeyamaKurd- Li gor agahiya ku K24 daye, li bajarê Kerkûkê li navçeya Dakûkê, li gundê Metîkê, hêzên İŞİDê êrîş birine ser leşkerên Iraqê û di ancamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.
Bûyer îşev siet li dora 20:30 an de çêbûye û leşkerên ku leqayê êrîşê hatine, leşkerên bi ser tûxa ya 45 emîn ya Iraqê ne.
Rêxistina İŞİDê ji nebûna asayîşa an kêmbûna asayîşa deverên ku dikevin xala 140 ê dikeve nava tevgerê û li wan deveran gelek xurt e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin