PDK û YNK bo li ser hin mijaran yekdengî tevbigerin di hewla lijneyeke hevpar de ne

PDK û YNK bo li ser hin mijaran yekdengî tevbigerin di hewla lijneyeke hevpar de ne

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bo êdî aliyên siyasî ji hev cuda serdana Bexdayê nekin û bo danîna stratejiyeke hevbeş gotûbêjên ligel aliyên siyasî yên Iraqê, hewl didin lijneyeke hevpar ava bikin.

Armanca PDK û YNKê ew e ku aliyên din ên siyasî jî beşdarî gotûbêjan bikin, da ku bi yekdengî ligel Bexdayê biaxivin. Bi taybetî jî li ser mijara asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û sekinandina Erebkirinê û mijara hilbijartinên pêşwext.

Li gor Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar li ser vê mijarê diyar kir, “Sedema pêkanîna şanda siyasî ya hevpar ew e ku niha çendîn dosyeyên siyasî hene, weke mijara hilbijartinan, Erebkirin û madeya 140, ku em dixwazin Kurd li ser wan yekdeng bibin.”

Herwiha Endamê Serkirdetiya YNKê Serdar Herkî daxwaz kir; berî ku şanda hevpar serdana Bexdayê bike, stratejiya gotûbêjkirina ligel aliyên siyasî yên Iraqê, were dariştin.

PDK û YNKê dest bi gotûbêjan kirine, tiştê maye ew e ku bigihîn encameke giştgîr a dariştina siyaseteke hevbeş û beşdarkirina aliyên din ên siyasî bo gotûbêjên ligel aliyên Iraqê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin