Zelenskiy: Rusyayê, bi qestî ev biryar da

Zelenskiy: Rusyayê, bi qestî ev biryar da

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser biryara Rusyayê ya ku duh li ser rawestandina korîdora dexil û dan ragihandibû, bi rêya hesabê xwe yê takekesî yê Telegramê, daxuyaniyek da.

Volodimir Zelenskiy, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwesta Rusyayê ya li dijî korîdora dexil û dan û amaje kir ku rayedarên Rusyayê, bi awayekî qestî di meha îlonê de qeyrana xurekan giran kir.

Zelenskiy  got, “Ji aliyê Rusyayê ve li ser betalkirina hinardeya dexil û dan, daxuyaniyeke ku bi awayekî zelal dihat texmînkirin, hat dayîn. Lê belê ev biryara wan, ne aîdê îro ye. Rusyayê, di meha îlonê de tevgerên xwe bi awayekî qestî giran kiribûn. Ji meha îlonê û heta niha, 176 keştiyên ku nikaribûn rêya xwe bişopînin, li korîdorê komî ser hev bûne.

Ev jî xurekên ji 7 milyonan zêdetir kesan in. Hin barhilgirên dexil û dan, ji 3 hefteyan zêdetir in li bendê ne. Cezayîr, Misir,Yemen, Bangladeş, Vietnam û van welatên din, dibe ku ji vê qeyrana ku Rusya bi qestî sor dike, zerarê bibînin.”

Zelenskiy, di dewama daxuyaniya xwe de bang li welatên G20ê jî kir ku bertek nîşanî Rusyayê bidin û diyar kir ku divê Rusya di vê şantaja xwe de bi ser nekeve û divê mirovahî bi ser bikeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin