PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi telefonê bi serokkomarê Ûkraynayê bi Vladimir Zelenskiy re axifî. Erdoğan di axaftinê de bhsa girîngiya avakirina korodîroka ewlehiyê ya berhemên çandinî kir da karibin di rêya deryayê de ji Ûkrayna îxrac bikin.
Her dû lîder li ser pêşdeçûnên şerê Rûsya û Ûkraynayê axifîn. Erdoğan ragihand ku ji bo şer raweste û mijar çareser bibe ji destê wî çi were dê bike û çi bar bikeve ser milên wî amadeye bicîh bîne. Erdoğan ragihand ku her dû teref bi tevlîbûna Netweyên Yekgirtî, tevlî ‘navenda kontrolê’ bibin û Tirkiye amadeye mazûrvaniya wan li Îstenbolê bike.
Erdoğan di axaftina xwe de behsa avakirina korîdoreka li Sûriyê ya ewlehiya ya bi 30 km yan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin